Heyata PAKê li Hewlêrê Seredana Mekteb Eleqat a PDKyê Kir

.

Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Ozçelîk, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê û Berpirsê Komîteya Başûrê Kurdistanê Rêzdar Orhan Kaya, endamê Komîteya Başûrê Kurdistanê  ya PAKê Rêzdar Temo Ayas, roja 16.01.2023yê li Hewlêrê seredana Buroya Peywendiyên Kurdistanî û Iraqî ya PDKyê (Mekteb Eleqat a PDKyê) kirin.

Berpirsê Mekteb Eleqat a PDKyê Rêzdar Cafer Emînkî û  endamên Mekteb Eleqat a PDKyê pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

 

Berpirsê Mekteb Eleqat a PDKyê Rêzdar Cafer Emînkî ji ber vê zîyaretê spasîya heyeta PAKê kir.

 

Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Ozçelîk, ji ber vê pêşewazîyê spasîya Mekteb Eleqat a PDKyê kir û ji ber wazîfeya cenabê wî ya Berpirsyarîya  Mekteb Eleqat a PDKyê Rêzdar Cafer Emînkî pîroz kir.

 

Heyeta PAKê û heyeta PDKyê di derbarê rewşa giştî ya Başûr û Bakurê Kurdistanê da  û ji bo pêşdebirina peywendîyên herdu partîyan bîr û rayên xwe anîn zimên.

 

Hevdîtina heyetên PDKyê û PAKê di atmosfereke dostane de û bi awayekî berhemdar derbas bû.
16.01.2023

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan
Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê kir
Ji zanîngeheke Amerîkayê biryareke dîrokî: Êdî komkujiyên li hemberî Kurdan tên arşîvkirin
Netanyahu: Îran gefeke mezine li ser Cîhanê
Barrot: Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a ewlehiya herêmê ye