Heyeta HAK-PARê Seredana PAKê Kir

.

Heyeteke HAK-PARê ku ji Serokê Giştî yê HAK-PARê Birêz Latif Epözdemir, Cîhgirên Serokê Giştî yê HAK-PARê Birêzan Yeter Polat, Zana Sezen û Endamê Meclîsa Partîyê Birêz Sabri Serin pêk hatî, roja 09.11.2020ê seredana Nûneratîya PAKê ya Stenbolê kirin.

Serokê Giştî yê HAK-PARê Birêz Latif Epozdemir û heyeta li gel, ji ber li dar xistina 2yemîn Kongreya Asayî ya PAKê pîrozbahîya PAKê kirin û ji ber careke din wek Serokê Giştî yê PAKê hilbijartina wî Birêz Mustafa Özçelik pîroz kirin.

Serokê Giştî yê PAKê Birêz Mustafa Özçelik, Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Birêzan Kasim Ergun û Mehmet Gül pêşewazîya heyeta HAK-PARê kirin û ji ber vê seredanê spasîya heyeta HAK-PARê kirin.

Di seredana heyeta HAK-PARê ya ji bo PAKê de, herdu alîyan di derbarê rewş û rojeva welêt, herêmê û cîhanê de bîr û rayên xwe anîn ziman, herweha ji bo hîna zêdetir pêşdebirina peywendîyên herdu partîyan, heyetên HAK-PAR û PAKê daxwaz û hêvîyên xwe pêşkêş kirin.

Hevdîtina di navbera heyetên HAK-PAR û PAKê di atmosfereke dostane de û bi awayekî berhemdar derbas bû.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e