Heyeteke hevbeş a PAK, PSK, TDK-TEVGERê îro(11.02.2023) li Semsûrê(Adiyaman) bûn.
Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba, Berdevkê TDK-TEVGER ê Cano Amedî, endamê Meclîsa Partîyê ya PAKê Suleyman Aliş, rêvebirê TDK-TEVGERê Yûsûf Aydin, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Hasan Dagtekîn rêvebirên PSKyê Tayîb Kizilyildiz û Yûsûf Uzmez, serdana gelek mexdûrên erdhejê, bînayên ku kavil bûne kirin.
Heyeta PAK, PSK, TDK-TEVGERê li Semsûrê seredana konê KKPyê jî kir.
Heyeta PAK, PSK, TDK-TEVGERê sibê jî dê seredana Mereş û Entabê bikin.