Heyeta hevbeş ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê  îro jî li Mêrdînê seredana  dezgeh û sazîyên sivîl kirin

.

Heyeta hevbeş ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê  îro (30.03.2022) jî li Mêrdînê seredana  dezgeh û sazîyên sivîl kirin

Heyeta hevbeş ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê, îro 30.03.2022yê li Mêrdînê seredanên gelek komel û sazîyên sivîl kirin..

Roja 30.03.2022yê Heyeta hevbeş ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê li Mêrdîn serdana Komela Mafê Mirovan Şaxa Mêrdînê, Komela Sinaî û Bazirganî yê Şaxa Mêrdînê, Baroya Mêrdînê, Yekîtîya Bijîşkên Tirkîyeyê Şaxa Mêrdînê kirin.

Heyta Hevbeş ya ji PAK, PSK û TDK_TEVGERÊ pêkhatî, bi armanca danasîna Daxwazên Acîl yên miletê Kurd û wergirtina bîr û ray û pêşniyarên sazîyên sivîl û rûsipîyan, îro serdana 4 sazî û dezgehên sivîl kirin.

Berdevkên heyetê ji Rûpela Nû re dane zanîn ku; Heyetê di derbarê daxwazên Acîl yên Kurdan de zanyarî dane û bi nivîskî  Bernameya Daxwazên Acîl pêşkêşî van dezgehên sivîl kirine. Ji wana daxwaz kirine ku vê Bernameya Daxwazên Acîl  wek pêşnîyarî bibînîn û herwiha, gotine  "heger bo zêdekirin an kêmkirinê pêşnîyarên we hebin me agahdar bikin".


Berpirsên sazî û dezgehên sivîl jî, sipasîyên xwe ji bo vî zîyareta bi rûmet pêşkêş kirine û herwiha gotine, ewê  pêşniyarên xwe  pêşkêşê wana bikin.

Herwiha, li gor agahdarîyên ku me ji TDK-TEVGER, PAK û PSKyê girtîye; dê seredanên xwe yên li Mêrdîn û herêmê berdewam bikin.

Dîsa li gor beyanên berdevkên heyeta hevbeş: Di nav van sê rojan de serdana 16 dezgeh û sazîyên sivîl kirine. Û ewê di serdanên xwe de berdewam bin.


Rûpela Nû/Mêrdîn

Bixwîne: Heyeta hevbeş ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê  li Mêrdîn û Qoserê seredana  sazîyên sivîl kirin

Bixwîne: Heyeta hevbeş ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê  îro jî li Mêrdîn û Qoserê seredana  sazîyên sivîl kirin

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn