îro 11.03.2022 Heyeta hevpar ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê li Wanê serdana Karê Giştî (Genel Iş) a biser DISKê li Wanê kirin
Heyta Hevpar ya ku ji PAK, TDK-Tevger û PSKê pêkhatî bi armanca danasîna Daxwazên Zû/acîl yên pirsa Kurdî û wergirtina bîr û ray û pêşniyarên Partî, sazîyên sivîl û rûsipîyan seredanên xwe didomînin.
Îro, 11.03.2022 Heyeta Hevpar ya PSK, TDK-Tevger û PAKê, ku ji Endamê Meclîsa PAK û serokê şaxa Wanê Îsmet Elçî û Endamê Rêvebrîya PSKê û berpisê şaxa Wanê Tayyip Kizilyildiz pêkhatî, li bajarê Wanê seredana Karê Giştî (Genel Iş) a bi ser DISKê ya Wanê kirin.
Li gor agahîyên ku gihîştine Rûpela Nû: Berdevkên heyetê di derbarê daxwazên Zû/acîl yên Kurdan zanyarî dane û reşnivîsa ku ji daxwazên xwe yên pirsa Kurdî ya Zû/acîl hatiye amadekirinê pêşkêşê serokê Karê Giştî (Genel Iş) a biser DISKê kirine. Ji mazûvanê xwe daxwaz kirine ku ew daxwazîyên me wek pêşnîyarî bibînîn. Eger bo zêdekirin kêmkirinê pêşnîyarên we hebin me hagadarkin.
Serokê Karê Giştî (Genel Iş) a biser DISKê jî sipasîyên xwe ji bo vî zîyareta bi rûmet pêşkêş kirine û herwiha soz da ku ewê li gel wana bin û pêşniyarên xwe jî pêşkêşê wana bikin.
Herwiha, li gor agahdarîyên ku me ji TDK-TEVGER, PAK û PSKê girtîye; Ewê li gor bîr û rayên van hevdîtinên hanê yên ku hem li Kurdistanê û hem jî li Tirkîyeyê bi Partî, Sazîyên svîl, Rûspî, û tevgeran re pêktînin, dê ji bo daxwazên zû/acîl yên pirsa Kurd, rêbazekî derxin û dê hewl bidin li gor wî rêbazî hevkarîyekî berfireh pêkbînin.
Piştê hevdîtinên bi dan û standinên bîr û rayan ya bi aheng, daxwaz hate kirinê ku ev hevdînên hanê berdewambin.
Rûpela Nû/Wan
Bixwîne: Heyeta hevpar ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê îro jî li Wanê seredana sazî û komeleyan kirin
Bixwîne: Heyeta hevpar ya PAK, PSK, TDK-TEVGER Odeya Bijîşkan a Diyarbekirê ziyaret kirin.
Bixwîne: Heyetên hevbeş ên PAK, PSK, TDK-TEVGERê bi Baroya Amedê, DTSO û DİTAMê re hevdîtin kirin
Bixwîne: Heyeta PAKê li Enqereyê li gel CHPyê hevdîtinek pêk anî
Bixwîne: Heyetên hevbeş ên PAK, PSK, TDK-TEVGERê li Amedê bi TMMOB, DÎSK û GUNSÎADê re hevdîtin kirin
Bixwîne: Heyeta hevpar ya PAK, PSK, TDK-TEVGER Odeya Bijîşkan a Diyarbekirê ziyaret kirin.
Bixwîne: Heyeta hevpar ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê îro jî li Wanê seredanên xwe yên sazî û komeleyan domandin