Heyeta Komeleya Şêx Seîd Li Amedê Ji Bo Piştgirîyê Seredana PAKê Kir

.

Ji ber ku PAKê Roja Alaya Kurdistanê, roja 17.12.2022yê li Teşkîlata xwe ya Amedê Alaya Kurdistanê hilda bû, polîsên Emnîyeta Amedê li ser daxwaza Serdozgerê Cûmhûrîyetê yê Amedê û bi biryara dadgehê roja 19.12.2002yê avêtibûn ser avahîya PAKê. Di vê êrîşê da polîsan dest danîbûn ser kompîtirên PAKê , hemû Alayên Kurdistanê, hinek pirtûk û kovaran.

Heyeteke Komeleya Şêx Seîd roja yekşemê, 25.12.2022yê, ji bo piştgirîya PAKê , seredana Teşkîlata Amedê ya PAKê kir.

Heyeta Komeleya Şêx Seîd ji Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat, Cîhgirê Serokê Komeleya Şêx Seîd Mustafa Bûkarkî û rêvebirên komeleyê Samed Bîlgîn, Zahît Çîftkûran, Azad Zal, Ramazan Ari pêk hatibû.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahit Aba û rêvbirên PAKê, Hanîfî Tûran, Mehmet Dortyama, Salîh Kaplan, Talîp Sana, Şerîf Karakûrt, Abdûllah Polat, pêşewazîya heyeta Komeleya Şêx Seîd kirin.

Heyeta Komeleya Şêx Seîd, di vê seredanê da got ‘’Em vê êrîşa ku li PAKê û li Alaya Kurdistanê hatîye kirin protesto dikin û em pişgirîya we dikin.’’.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba jî , li ser navê PAKîyan, ji ber vê seredanê û ji ber vê piştgirîya wan a dostane û germ spasîya heyeta Komeleya Şêx Seîd kir.

Hevdîtina herdu heyetan di atmosfereke dostane û berhemdar da derbas bû.

25.12.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Em ji tûndûtujiya li hember jinê re dibêjin na!
Komisyonê encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pesend kir
Geir Pedersen: Pir Girîng e Sûrîyê Nekeve Nav Şer
Nêçîrvan Barzanî: Ji bo bidestxistina edalet û wekheviyê em soz didin jinên Kurdistanê
Partiya Newrozê hat damezrandin