Heyeta PAKê Li Amedê Serdana Partîya Saadetê Kir 

.

Heyeta PAKê ku ji Alîkarê Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timur, Vahit Aba, endamên Meclîsa Partiyê ya PAKê Mîrza Akar, Salih Kaplan û Îsmaîl Edîs pêk dihat li Amedê serdana Serokatiya Partiya Saadetê ya li Amedê kir.

Li ser navê Serokatiya Partiya Saadetê ya li Amedê Abdurrahman Ergin û heyeta pê re pêşwaziya heyeta PAKê kir.

Heyeta PAKê di civînê de daxwazên kurdan yên acîl bi bîr xist û diyar kir ku ji bo ku daxwazên kurdan bêne cih û bixe rojeva siyasetê û civakê divê Partiya Saadetê bi erka xwe bîne cih.

Li ser navê Partiya Saadetê Abdurrahman Ergîn axivî û diyar kir ku çareseriya pirsgirêka kurd di rojeva wan de ye û ew piştgiriyê didin gavên di vê meselê de bên avêtin.

Di hevdîtinê de ku di atmosfereke germ de birêve çû, her du heyetan tekezî li ser berdewamiya diyalogê kirin û hêviya serkeftinê ji hev re xwestin.

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan
Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê kir
Ji zanîngeheke Amerîkayê biryareke dîrokî: Êdî komkujiyên li hemberî Kurdan tên arşîvkirin
Netanyahu: Îran gefeke mezine li ser Cîhanê
Barrot: Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a ewlehiya herêmê ye