Heyeta PAKê Li Amedê Seredana HAK-PARê Kir

Heyeteke PAKê ku ji Cîhgîrê Serokê Giştî yê PAKê Birêz Nurullah Timur, Endamên Komîteya Birevebir a Navendî ya PAKê birêzan Hanifi Turan û Vahit Aba pêk hatî, roja 20.12.2019an seredana Teşkîlata Amedê ya HAK-PARê kirin.

Navenda Nûçeyan- Heyeteke PAKê ku ji Cîhgîrê Serokê Giştî yê PAKê Birêz Nurullah Timur, Endamên Komîteya Birevebir a Navendî ya PAKê birêzan Hanifi Turan û Vahit Aba pêk hatî, roja 20.12.2019an seredana Teşkîlata Amedê ya HAK-PARê kirin.


 

Serokê Giştî yê HAK-PARê yê nû Birêz Latif Epözdemir û rêvebirên HAK-PARê pêşewazîya heyeta PAKê kirin.


 

Di vê seredanê de heyeta PAKê pîrozbahîya Serokê Giştî yê HAK-PARê yê nû Birêz Latif Epözdemir kir.


 

Herweha di dema seredanê de sîyasetmedar, şaîr û nivîskarê Kurd Birêz Kemal Burkay jî li Teşkîlata Amedê ya HAK-PARê bû.


 

Heyetên PAKê û HAK-PARê û Birêz Kemal Burkay di derbarê rewşa giştî ya Kurdistanê û Tirkîyeyê de bîr û rayên xwe pêşkêş kirin.


 

Hevdîtina heyetên PAK û HAK-PARê di atmosfereke dostane de derbas bû.

20.12.2019


 

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e