Heyeta PAKê li Hewlêrê Seredana Mekteb Elaqat a PDKyê Kir

Serokê Giştî yê PAKê Birêz Mustafa Özçelik, li gel endamê Komîteya Birevir a Navendî û Berpirsê Başûrê Kurdistanê Birêz Orhan Kaya û Rêvebirê Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê Birêz Evdirehmanê Gundikî, seredana Mekteb Elaqat a PDKyê kirin.

Navenda Nûçeyan- Serokê Giştî yê PAKê Birêz Mustafa Özçelik, li gel endamê Komîteya Birevir a Navendî û Berpirsê Başûrê Kurdistanê Birêz Orhan Kaya û Rêvebirê Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê Birêz Evdirehmanê Gundikî, roja 15.12.2019an li Hewlêrê seredana Mekteb Elaqat a PDKyê kirin.


 

Berpirsê Mekteb Elaqat a PDKyê birêz Elî Husên û rêvebirên Mekteb Elaqat a PDKyê pêşewazîya heyeta PAKê kirin.


 

Di vê seredanê de herdu alîyan girîngîya peywendîyên PDK û PAKê anîn ziman û di derbarê rewşa her çar perçeyên Kurdistanê , Tirkîye û Iraqê de bîr û rayên xwe pêşkêş kirin.


 

Hevdîtina heyetên PAK û PDKyê bi awayekî dostane û biserkeftî li dar ket.

15.12.2019
 

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!