Heyeta PAKê Li Hewlêrê Seredana Wezareta Pêşmerge Kir

Heyeta PAKê roja 30.07.2019an li Hewlêrê seredana Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê kir.

Heyeta PAKê ya ku ji Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Kasim Ergun, endamên Komîteya Birêvebir a Navendî ya PAKê Rêzdaran Abdurahman Gundikî û Orhan Kaya pêk hatî, roja 30.07.2019an li Hewlêrê seredana Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê kir.


 

Cîhgirê Wezîrê Pêşmerge Rêzdar Serbest Sindorî pêşewazîya heyeta PAKê kir.


 

Cîhgirê Wezîrê Pêşmerge Rêzdar Serbest Sindorî bixêrhatina heyeta PAKê kir û ji ber vê zîyaretê spasîya xwe ji heyetê re anî ziman.


 

Rêzdar Serbest Sindorî herweha li ser rewşa pêşmerge, xebatên di derbarê yek kirina hêzên pêşmerge û aramîya li Başûrê Kurdistanê de agahdarîyên bi qîmet û girîng da heyeta PAKê.

Li ser navê heyeta PAKê jî Rêzdar Kasim Ergun jî ji ber vê pêşewazîya germ spasîya Cîhgirê Wezîrê Pêşmerge Rêzdar Serbest Sindorî kir û li ser rewşa Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê agahdarî da û bîr û rayên PAKê anî ziman.

Herweha Rêzdar Kasim Ergun, di derbarê êrîşên Dewleta Tirkîyeyê yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê de nerazîbûn û bîr û rayên PAKê anî ziman. Rêzdar Kasim Ergun bal kişand ser hewlên PKKyê yên li Başûrê Kurdistanê ku ew çalakî û hewlên PKKyê zerarê digihîne destkeftîyên li Başûrê Kurdistanê.


 

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Kasim Ergun, piştgirîya PAKê pêşkêşî Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê kir û ji ber ku pêşmerge gelê me û Kurdistanê diparêze spasîya hemû fermandar û pêşmergeyên Kurdistanê kir.


 


 

Cîhgirê Wezîrê Pêşmerge Rêzdar Serbest Sindorî pêşewazîyeke dostane û germ li heyeta PAKê kir. Hevdîtina heyeta PAKê ya li gel Cîhgirê Wezîrê Pêşmerge Rêzdar Serbest Sindorî , bi awayekî berhemdar derbas bû.

30.07.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne