Heyeta PAKê li Parîsê Seredana Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê Kir

.

Heyeteke PAKê ya ku ji endamê Komîteya Birevebir a PAK Ewropayê Rêzdar Îhsan Aydin û endamê Meclîsa PAK Ewropayê Rêzdar Faysal Taşkiran pêk hatî, roja 04.10.2022yê li Parîs a paytextê Fransayê, seredana ofîsa PDK-Î(Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê) kir.

Cîhgirê Berpirsê Navenda Birêveberîya Giştî a Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) Rêzdar Hesen Şerîfî , Berpirsê Parîsê yê PDK-Î yê Rêzdar Xebat Qurbanî û endamên PDK-Î yê rêzdaran Kanî Jahangirî û Pûraman bi awayekî germ pêşwazîya heyeta PAKê kirin.

Heyeta PAKê ji ber vê pêşewazîyê spasîya heyeta PDK-Î yê kir û piştgirîya xwe ji bo raperîn û berxwedana gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê pêşkeşî heyeta PDK-Î yê kir . Herweha heyeta PAKê êrîş û qetlîamên Dewleta Îranê yên li ser xwepêşanderên sivîl û baregehên PDK-Î yê, Komele û PAK a Rojhilatê Kurdistanê şermezar kir û sersaxî ji malbatên şehîdan û ji gelê me ra , şîfaya xêrê ji birîndaran ra xwest.

Heyeta PAKê ji bo yekitîya herdû baskên Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê jî kêfxweşîya xwe diyarkir û ew pîroz kirin.

Cîhgirê Berpirsê Navenda Birêveberîya Giştî a Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) Rêzdar Hesen Şerîfî jî ji bo vê seredanê û ji bo piştgirîya PAKê ya di derbarê têkoşîna li Rojhilatê Kurdistanê spasîya heyeta PAKê kir.

Hevdîtina heyetên PAKê û PDK-Î yê di atmosfereke dostane, germ û berhemdar da derbas bû. Herdu heyetan jî bal kişandin ser pêwîstî û girîngîya berdewamî, xurt kirin û pêşdebirina peywendîyên herdu partîyan.

05.10.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Serokkomarê Îraqê yasaya parêzgehbûna Helebceyê îmze kir
Encûmena Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê li ser êrişên dronan daxuyanî da
Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn