Heyeta PAKê seredana Partîya Komunîst a Kurdistan a Iraqê kir

Heyeta PAKê Dr. Kawa Mehmûd ji bo wazîfeya Sekreterê Giştî ya Partîya Şûî pîroz kir û di derbarê xebat û bîr rayên PAKê de agahdarî dan.

 

Endamên Komîteya Birêveberîya  Navendî ya PAKê Ebdirehman Gundikî  û Orhan Kaya Seredana Partîya Komunîst a Kurdistan a Iraqê (Partîya Şûî) kirin.

Heyeta PAKê ji bo pîrozbahîya Sekreterê Giştî yê nû yê Partîya Şûî û ji bo pêşde birina peywendiyên herdu alîyan, roja 11.02.2017an li Hewlêrê seredana Partîya Komunîst a Kurdistan a Iraqê kir.

Sektreterê Giştî yê Partîya Şûî  Dr.Kawa Mehmûd  û endamên Komîteya Navendî  Umîd Mihemed Salih  û Hewta Resûl pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Heyeta PAKê Dr. Kawa Mehmûd  ji bo wazîfeya Sekreterê Giştî ya Partîya Şûî  pîroz kir û di derbarê xebat û bîr rayên PAKê de agahdarî dan.

Dr. Kawa Mehmûd jî sipasîya heyeta PAKê kir û di derbarê xebatên partîya xwe de agahdarî da.

Heyeta PAKê û Partîya Komunîst a Kurdistan a Iraqê di derbarê rewşa her çar perçeyên Kurdistanê de bîr û rayên xwe pêşkêş kirin û ji bo pêşde birina peywendîyên herdu partîyan hinek tesbît kirin û biryar girtin

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes