Heyeta Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK) Seredana Zîyareta Şêx Ebdurrehîm Kir

.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK) Mustafa Ozçelîk li gel damezranerên PWKyê Nezîr Akat, Merd Baran Boskan, Mehmet Can Azbay îro(15.09.2023) seredana Zîyareta Welatperwerê Kurd Şêx Ebdurrehîm û hevalên wî kirin.

Şêx Ebdurrehîm, birayê rêberê milî, dînî yê miletê Kurd Şêx Seîd e.

Zîyareta Şêx Ebdurrehîm li ser rêya Bismil û Batmanê ye.

Heyeta PWKyê, Şex Evdirrehîm, hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bibîranîn û fatîha xwendin.

Kurdistan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana PSKyê Kir
Li derhênerê Kurd Kazim Oz lêpirsîn hat vekirin
Heyeta HAK-PARê li Amedê Seredana PWKyê Kir
Amerîka Toleyên Nû Datîne ser Hizbullah û Rejîma Sûrî
Belgefilma Malmîsanij dê li Amedê bê nîşandan