Heyeta PDKSyê ya Rêxistina Ewropayê Li Almanyayê Seredana Heyeta PWKyê Kir

.

Heyeteke Partîya Demokrat a Kurdistana Surîyê (PDKS) ya Ewropayê, roja 08.02.2025ê,  li Almanyayê seredana heyeta Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) kir.

Heyeta PDKS yê ji Dr. Nafih Beyro Serokê PDKS Komîteya Ewropa, Abdulbasit Seyda endamê Komîteya PDKS Ewropayê pêk hatibû.

Heyeta PWKyê, ji Serokê Meclisa Ewropayê ya PWKyê Merd Baran Boskan, endamê Meclîsa Partîyê û Serokê  Rêxistina Hollandayê ya PWKyê Ferhat Boskan, endamên Komîteya Almanyayê ya PWKyê  Cemîl Eren û Seyîdxan Kurij pêk hatibû.

Serokê PDKS Komîteya Ewropa Dr. Nafih Beyro diyar kir ku ‘’Gava ku me bihîst kek Baran Boskan û heyeta PWKyê hatine Almanyayê, me xwest we bibînin û em bixêrhatina we dikin’’.

Merd Baran Boskan jî ji ber vê seredanê spasîya heyeta PDKSyê kir kêfxweşîya xwe anî zimên.

Serokê Meclisa PWK  Ewropayê Merd Baran Boskan; bi kurtayî armanca serdana PWKyê weha anî zimên:

‘’Di vê dema hestîyar de ku piştî rûxandina desthilatdarîya rejîma BAASê û rewşa nû ya ku hatîye berderî de, me wek PWK biryar girt ku li ser vê rewşa nû serlêdanên alîyên siyasî yên Başûrêrojavayê Kurdistanê bikin, bîr û rayên xwe bi wan re parve bikin û her weha bîr rayên wan ji nêzîk ve guhdar bikin. Merd Baran Boskan diyar kir ku her çend têkilîyên me li her deverî û di her astî de hene jî em dixwazin li ser rewşa nû dubare lênêrînên xwe bi alîyan re rûbirû parve bikin. PWK bi kêfxweşî dibîne ku li herçar perçeyên Kurdistanê û di navbera Perçeyên Kurdistanê de têkilîyên tevgera Kurdî berbihev ve germtir dibe. Herweha di vê dema hestiyar de danûstendinên alîyên siyasî li Başûrêrojavayê Kurdistanê me kêfxweştir dike. Em gelek pêwist dibînin ku li vê herêmê yekdengî û yekrêzîya nav mala kurd pêkwere, em bi hemî hestên xwe ve piştgêrî didin van nêzikbûnîyan. Herweha em pêwist dibînin ku heta çareserîyek zelal ji bona Başûrêrojavayê Kurdistanê çênebe, divê kurd çek û îmkanên di destên xwe de daneynin’’. 

Merd Baran Boskan balkişand ser bandora Serok Barzanî ya  di vê prosesa têkilîyên navbera alîyên siyasî û girîngîya hevdîtina bi Mazlum Ebdî re ku bû egerê xweşkirina van têkilîyan.

Merd Baran Boskan weha got ‘’Em weke PWK piştgirin û bidestxistina mafên neteweyî , demokratîk û statuyekî siyasî erdnîgarî ya miletê kurd gelek girîng dibînin. Destketinên vî perçeyê Kurdistanê bandorek mezin li perçeyên din ên Kurdistanê dike û her weha her şikestinek wê jî malkambaxîyeke mezin li seranserê Kurdistanê dê bi xwe re bîne. Em hemahengîya navbera hemû partî û hêzên kurdî yên Başûrêrojavayê Kurdistanê gelek girîng dibînin. Îro erkekî gelek mezin li ser milên partî û rêxistinên sîyasî ye ku: bi bernameyeke neteweyî, bi yekrêzî wek alîyên kurdî bi heyetek hevbeş derkevin ber hemê alîyên desthilatdarên Şamê û alîyên têkildar.’’.

Merd Baran Boskan behsa kar û xebatên PWKyê ku xweser û bihevreyî yên ku li Kurdistanê tên kirin de jî agadarî da.

Serokê PDKS yê Komîteya  Ewropa Dr Nafih Beyro jî, kar û xebatên PWK yê girîng nirxand, dubare sipasîyên xwe û kêfxweşîya xwe li ser helwestên PWKyê anî zimên. Dr Nafih Beyro diyar kir ku  ‘’Em  yekrêzîya helwesta kurdî û avakirina yekrêzîya kurdî gelek girîng  dibînin. Piştî hevdîtina Serok Barzanî bi Mazlum Ebdî re, danûsitendin û tikilîyên me yên li gel PYNKyê pêşdetir çûne, vê hevdîtinê tesîreke erênî li ser peywendîyan kirîye. Em dizanin lihevkirinên berê hatin xirakirin lê vê rewşa niha me hemûyam mecbûr dike ku yekrêzîya kurd avabibe.

Endamê Komîteya PDKS Ewropayê Abdulbasit Seyda jî diyar kir ku ‘’PYNK dixwaze kongreyeke di bin bandora xwe de çêke û me jî bikşînin nav û li gorî xwe biryaran bigirin. Parvekirinê nakin. Ev jî helwesteke neyênî ye. Lê em her li gel yekrêzîya kurdî bin’’.

Dr. Nafih Beyro diyar kir ku, ‘’Danûstandin dom dikin. Em dixebitin ku vê fersenda heyî ji dest bernedin.’’.

Her du alîyan bi xwestekên têkilîyên germ û domdar ve kêfxweşîyên xwe hanîn ziman.

Buroya Ragihandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

 

 

Kurdistan Haberleri

15 hezar mamoste tên tayînkirin: Ji Kurdî re 6 kontenjan hatine veqetandin!
Amerîkayê bangî welatiyên xwe kir: Sûriyeyê biterikînin
BCFê alîkariya pere da 125 xwendekarên Efrînê
49 leşkerên Kurd çûn başûrê Kerkûkê
Qubad Talebanî û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê civiyan