Heyeta PWKyê  Li Brukselê Seredana Pervin Cemîl Xanimê  Kir

.

Heyeteke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ku ji Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, Serokê Meclîsa PWK Ewropayê Baran Boskan, endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Ferhad Boskan, Berpirsê Belçîkayê yê PWKyê Ahmed Alan pêk hatibû, roja 12.11.2024ê,   Seroka Damezraner a Komela Têkoşer Li Brukselê û  Seroka ewil a damezraner a Enstîtuya Kurdî ya Brukselê, Seroka Buroya Kurdî Li Brukselê,  rewşenbîr û xebatkara doza miletê Kurd, keça  Ekrem Cemîlpaşa, Pervin Cemîlpaşa xanimê li mala wê  ya li Brukselê zîyaret kir.

 

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, ji ber vê pêşewazîyê spasîya Pervin Cemîlpaşa xanimê kir û di derbarê  PWKyê de agahdarî da û di doza miletê Kurd de, rola xebatên Malbata Cemîlpaşa yên  Amedî û  grîngîya ked û  xebatên Pervîn Cemîlpaşa xanimê yên li dîasporayê anî zimên.

Pervîn Cemîlpaşa xanimê jî ji ber vê seredanê spasîya heyeta PWKyê kir û kêfxweşîya xwe anî zimên.

Hevdîtina heyeta PWKyê ya li gel  Pervîn Cemîlpaşa xanimê di  atmosfereke germ, dostane û berhemdar de pêk hat.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir