Heyeta PWKyê Li Parîsê Beşdarî Bibîranîna Joyce Blau Bû

.

Enstîtuya Kurdî ya Parîsê bi minasebeta wefata kedkara zimanê kurdî, dosta miletê Kurd Joyce Blau, li Hola Şaredarîya Parîs a 10an, di roja 16.11.2024ê de, bibîranînek li dar xist.

Heyeteke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ku ji Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, Serokê Meclîsa PWK Ewropayê Baran Boskan, endamên Meclîsa Partîyê ya PWKyê Ferhad Boskan, Îhsan Aydin, Serokê Komîteya Fransayê ya PWKyê Faysal Taşkiran, Rêvebirên Komîteya Fransayê ya PWKyê Nesrîn Ozbingol, Yaqûp Karademîr, Omer Xelîkan, M.Alî Bûdak pêk hatibû, beşdarî bibîranîna Joyce Blau bû.

Gelek kesayetên fransiz û kurd beşdarî vê bibîranînê bûn.

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Kendal Nezan û gelek kesayetên fransiz di derbarê jîyan û xebatên Joyce Blau de axaftin.

Sînewîzyoneke di derbarê jîyan û xebatên Joyce Blau hate pêşkêş kirin.

Rêzdar Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Nêçirvan Barzanî û gelek dezgehên kurdan peyam ji bibîranînê re şandin.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

SERJIMÊRÎ - Îro çi tê kirin?
9 sal cezayê girtîgehê li hevşaredarê Colemêrgê hat birîn
Ednan Mecîd: Serjimêrî li herêmên nakok: Bombeya vedayî
Dr. Şêrko Kirmanc: Piştî 16ê cotmehê heta naha 600 hezar ereb li navçeyên sînorê madeya 140 hatine bicîhkirin
ÎRAN - Xwendekara ku xwe tazî kiribû li kû ye?