Heyeta PWKyê Seredana Enstîtuya Kurdî ya Brukselê Kir

.

Heyeteke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ku ji Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, Serokê Meclîsa PWK Ewropayê Baran Boskan, endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Ferhad Boskan, Berpirsê Belçîkayê yê PWKyê Ahmed Alan, roja 12.11.2024ê, seredana Enstîtuya Kurdî ya Brukselê kir.

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê Derwêş Ferho û rêvebirên Enstîtuyê pêşewazîya heyeta PWKyê kirin.

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, ji ber vê pêşewazîyê spasîya rêveberîya Enstîtuya Kurdî ya Brujselê kir û di derbarê bîr û bawerî û xebatên PWKyê agahdarî da.

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê Derwêş Ferho jî ji ber vê seredanê spasîya heyeta PWKyê kir û di derbarê xebatên Enstîtuyê agahdarî da.

Hevdîtina heyeta PWKyê û heyeta Enstîtuya Kurdî ya Brukselê di atmosfereke dostane û berhemdar de pêk hat.

12.11.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir