Heyeta Şaxa Mêrdînê ya PAKê seredana rêveberîya nû helbijartî ya Baroya Mêrdînê kir

.

Do 08.06.2021 Heyeta  Şaxa Mêrdînê ya PAKê ku  ji Serokê Şaxa Mêrdînê ya PAKê Bedran Acar, endamên rêveberîyê Şêxmûs Ûnal, Osman Çeper, Omer Erdem,  Cemil Aydemir pêkhatî  piştê seredana Odeya Bijîşkan, Ji wê, ji bo pîrozkirina rêveberîya nû helbijartî ya Baroya Mêrdînê derbazê navenda baroyê bûn.

Heyeta PAKê ji alîyê Serokê nû ya Baroyê Îsmaîl Elik û endamên din yên rêveberîya nû ve hatin pêşwazî kirinê.

Herdû alî di derbarê bi giştî pirsgirêkên herêmê danûsatandin, û bi taybetî jî li ser van gendelîyên ku van rojên dawî li ser tê axaftinê danûstandin.

Hevdîtin bi aheng û hemahengîyekî dilsozane de domand û wisa jî bi hêvîya berdewamîya ev cûre hevdîtinan qedîya.

Herwiha Serokê Şaxa Mêrdînê ya PAKê Bedran Acar diyar kir ku, ewê ji bo peydakirina çareserîyan ya pirsgirêkên herêmê, dê ev cûre peywendîyên wana bi damûdezgehên herêmê re bidomin.

Dîsa Serokê Şaxa Mêrdînê ya PAKê Bedran Acar got jî; em herdû alî jî,  bi vî hevdîtina dilsozane kêfxweşin.

Rûpela Nû/Mêrdîn
08.06.2021

Bixwîne: Heyeta Şaxa Mêrdînê ya PAKê seredana Odeya Bijîşkan kir

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir