PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê), PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistanê), TDK-TEVGER(Tevgera Demokratîk a Kurdistanê), rojên 15 û 16ê sibata 2022yê li Amedê bi Baroya Amedê, DTSO û DİTAMê re hevdîtin kirin
Di derbarê van hevdîtinan de Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba hinek agahdarî da Rûpela Nû.
Vahit Aba dibêje, ‘’Me wek PAK, PSK, TDK-TEVGERê bi şîara ‘Ji bo rê li ber çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê vebe, WERIN EM LI SER DAXWAZÊN ACÎL HÊZA XWE BIKIN YEK!’ xebatek destpêkirîye. Armanca vê xebatê jî li ser Bernameya Daxwazên Acîl , bi potansîyela herî berfireh a Kurdan re ava kirina TEREFÊ KURDÎ yê. Piştî ku TEREFÊ KURDÎ hate ava kirin, em dixwazin li ser van daxwazên acîl, bi potansîyela herî berfireh a Tirkîyeyî re jî dîyalogan destpê bikin, hevkarîyan bikin. Hevdîtinên me yên bi Baroya Amedê, DTSO û DİTAMê jî wek destpêka vê xebatê ye’’.
Li gorî ahagdarîyên ku gihîştine Rûpela nû, Roja 15.02.2022yê heyeteke ku ji Berpirsê TDK-TEVGERê M.Can Azabay, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Hasan Dagtekîn, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba pêk hatî, seredana Baroya Amedê kir.
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û rêvebirên Baroya Amedê pêşewazîya heyeta PAK, PSK, TDK-TEVGERê kirin.
Roja 16.02.2022yê jî heyeteke ku ji Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nûrûllah Tîmûr, Berpirsê TDK-TEVGERê M.Can Azabay pêk hatî, seredana DTSOyê(Odeya Bazirganî û Pîşezasîyê ya Amedê) kir.
Serokê DTSOyê Mehmet Kaya û rêvebirên DTSOyê pêşewazîya heyeta PAK, PSK, TDK-TEVGERê kirin.
Roja 16.02.2022yê heyeteke ku ji Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba , Berpirsê TDK-TEVGERê M.Can Azabay, Endamê Meclîsa Partîyê ya PSKyê Zulkuf Baran pêk hatî, seredana DİTAMê(Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîyarbekirê) kir.
Serokê DİTAMê Mehmet Vûral û rêvebirên DİTAMê pêşewazîya heyeta PAK, PSK, TDK-TEVGERê kirin.
Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba dibêje ‘’Me wek heyetên PAK, PSK, TDK-TEVGERê di van hevdîtinan de , pêşniyarîyên xwe yên nivîskî yên di derbarê Bernameya Daxwazên Acîl yên miletê Kurd de pêşkêşî Baroya Amedê, DTSO û DİTAMê kirin û ji wan re got ’Em dixwazin pêşniyarîyên we jî di derbarê naveroka van daxwazên acîl de bigirin û em bi hevdu re, li ser van daxwazên acîl, bi şêweyên aştîyane, bi potansîyela herî berfireh a Kurdan TEREFÊ KURDÎ ava bikin. Piştî ku TEREFÊ KURDÎ hate ava kirin, em dixwazin li ser van daxwazên acîl, bi hemû alîyên Tirkîyeyî re jî dîyalogan destpê bikin, hevkarîyan bikin’’.
Di derbarê helwesta hersê dezgehan jî Vahit Aba got ‘’Rêvebirên Baroya Amedê , rêvebirên DTSOyê û rêvebirên DİTAMê di van hevdîtinan de, bi awayekî erênî pêşwazîya van pêşniyarîyên me yên di derbarê Bernameya Daxwazên Acîl yên miletê Kurd de kirin’’.
Herweha Vahit Aba got ‘’Hevdîtinên PAK, PSK, TDK-TEVGERê yên bi vê armancê dê li gel dezgehên sivîl û dezgehên meslekî, kesayetên kurd û partî û tevgerên Kurd û Kurdistanî dê li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkîyeyê berdewam bin.Piştî van hevdîtinan emê encamên van hevdîtinan binirxînin û li gorî wê emê nexşerêyeke nû bidin ber xwe.’’
Rûpela Nû/Amed