Heyetên hevbeş yên PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê), PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistanê), TDK-TEVGERê(Tevgera Demokratîk a Kurdistanê), bi armanca ava kirina TEREFÊ KURDÎ xebat û hevdîtinên xwe didomînin.
Li gorî ahagdarîyên ku gihîştine Rûpela nû, heyeteke ku ji Serokê Giştî yê PSKyê Mesûd Tek, Berpirsê TDK-TEVGERê Yûsûf Aydin, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba û Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, pêk hatî, roja 15.03.2022yê seredana KKP(Partîya Komunîst a Kurdistanê) kir.
Serokê Giştî yê KKPyê Sînana Çîftyurek û rêvebirên KKPyê pêşewazîya heyeta hevbeş a PAK, PSK, TDK-TEVGERê kirin.
Serokê Giştî yê PSKyê Mesûd Tek, Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran, Berpirsê TDK-TEVGERê Yûsûf Aydin roja 16.03.2022yê seredena PÎAyê(Partîya Însan û Azadî) kirin.
Cîhgirên Serokê Giştî yê PÎAyê Ahmet kaya û Sedat Dogan û rêvebirê PÎAyê Feyzî Alkan pêşewazîya heyeta hevbeş a PAK, PSK, TDK-TEVGERê kirin.
Serokê Giştî yê PSKyê Mesûd Tek, Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran, Berpirsê TDK-TEVGERê Yûsûf Aydin roja 17.03.2022yê seredena PDK Platform(Platforma Demokratên Kurdistanê) kirin.
Serokê Giştî yê PDKTyê M. Emîn Kardaş û rêvebirên PDKTyê pêşewazîya heyeta hevbeş a PAK, PSK, TDK-TEVGERê kirin.
Serokê PDK Platformê Sertaç Bûcak û rêvebirên PDK Platformê pêşewazîya heyeta hevbeş a PAK, PSK, TDK-TEVGERê kirin.
Serokê Giştî yê PSKyê Mesûd Tek, Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran, Berpirsê TDK-TEVGERê Îsmaîl Ay û endamê Meclîsa PSKyê Zulkuf Baran roja 18.03.2022yê seredena HAK-PARê(Partîya Maf û Azadîyan) kirin.
Cîhgirên Serokê Giştî yê HAK-PARê Abdûllah Çelebî û Paşa Akdogan û rêvebirên HAK-PARê pêşewazîya heyeta hevbeş a PAK, PSK, TDK-TEVGERê kirin.
Di derbarê van hevdîtinan de Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran hinek agahdarî da Rûpela Nû.
Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran dibêje ‘’Me wek heyetên PAK, PSK, TDK-TEVGERê di van hevdîtinan de , pêşniyarîyên xwe yên nivîskî yên di derbarê Bernameya Daxwazên Acîl yên miletê Kurd de pêşkêşî KKP, PİA, PDK-T, PDK-Platform û HAK-PARê kirin. Me ji van partîyan re got ’Em dixwazin pêşniyarîyên we jî di derbarê naveroka van daxwazên acîl de bigirin û em bi hevdu re, li ser van daxwazên acîl, bi şêweyên aştîyane, bi potansîyela herî berfireh a Kurdan TEREFÊ KURDÎ ava bikin. Piştî ku TEREFÊ KURDÎ hate ava kirin, em dixwazin li ser van daxwazên acîl, bi hemû alîyên Tirkîyeyî re jî dîyalogan destpê bikin, hevkarîyan bikin’’.
Di derbarê helwesta KKP, PİA, PDK-T, PDK-Platform û HAK-PARê ya ji bo pêşniyarîyên PAK, PSK, TDK-TEVGERê de jî Hanîfî Tûran got ‘’Hemû partîyên ku me seredana wan kirin bi awayekî germ pêşewazîya heyetên me yên hevbeş kirin. Rêvebirên KKP, PİA, PDK-T, PDK-Platform û HAK-PARê di van hevdîtinan de gotin ‘emê van pêşniyarîyên we di Navenda Giştî ya partîya xwe de binirxînin û emê paşê bîr û rayên xwe bi we re parve bikin’. Me jî wek heyetên hevbeş , ji ber pêşewazî kirina wan, me spasîya hemû van partîyan kir’’.
Herweha Hanîfî Tûran got ‘’Hevdîtinên PAK, PSK, TDK-TEVGERê yên bi vê armancê dê li gel dezgehên sivîl û dezgehên meslekî, kesayetên kurd û partî û tevgerên Kurd û Kurdistanî dê li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkîyeyê berdewam bin. Piştî van hevdîtinan emê encamên van hevdîtinan binirxînin û li gorî wê emê nexşerêyeke nû bidin ber xwe’’.
Rûpela Nû/Amed