Heyetên Partîya Welatparêzên Kurdîstanê (PWK) Li Mêrdînê Seredanê Partîyên Sîyasî û Sazîyan Dikin

.

Şandên Teşkîlata Mêrdînê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) di rojên 08-09/02/2024 an de li Qoserê bi şandên cuda seredana hinek partîyê sîyasî, komele û sazîyên sivîl û meslekî kirin.

Şandên PWKyê, ji bo danasîn û pêşkêşkirina sîyaseta PWKyê ya ) di derbarê hilbijartinên herêmî yên 2024ê ku bi şîara “werin em namzedên xwe bi hev re tesbît bikin, werin em bajarê xwe bi hev re birêvebivin” bi tirkî û kurdî( kurmancî, kirdkî-zazakî, li gel bername û deklerasyona PWKyê pêşkêşî alîyên peywendîdar kirin.

Di roja 08/02/2024an de bi şandeke kû ji endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê M. Nezîr GELERÎ, rêvebirên PWKê Omer ERDEM û Osman ÇEPER pêk hatibû, bi Serokê Partîya GELECEK ya Navçeya Qoserê Emin AYDIN, Serokê Partîya HAK-PAR (Partya Maf û Azadîyan) ya Navçeya Qoserê Ramazan İlhan û bi Serokê CHPyê yê Navçeya Qoserê İsmail YAMAN û bi rêvebirên van partîyan re hevdîtin pek anîn.

Di roja 09/02/2024 an de şanda PWKyê ku ji Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Bedran ACAR, endamên Meclîsa Partîyê ya PWKyê M. Nezîr GELERÎ û Nûrettîn KILIÇ pek hatibû, serdana Serokê Komelaya Muxtarên Qoserê Hatîp ŞERAN , Serokê Odeya Hunerkar û Esnafam ya Qoserê(Esnaf ve Sanatkarlar Odası), Serokê Partîya DEVA(Demokrasî ve Atılım Partisi) ya Qoserê Mehmet BIÇAK û Serokê Komele ya Cotkaran Mîkaîl ERBEY re hevdîtin pek anîn.

Di her du hevdîtinan de jî revebirên PWKyê helwest û proja kû PWKyê di derbarê hilbijartinên herêmî yên 2024ê de dîyar kiribû, bi nivîskî pêşkêşî alîyên peywendîdar kirin û bi awayekî giştî helwesta PWKê di derbarê tifaqên mîlî demoqrat û Kurdîstanî pênase kirin.

Berpirsên partîyê sîyasî, komele û sazîyan ji ber van seredanan kefxweşî û spasîyên xwe pêşkêş kirin, gilî û gazincên xweyî bê hevkarîyê û bê tifaqîya Kurdan anîn zimên.

Di van hevdîtinan de dîyar dibe ku, pêwîstîyeke mezin bi dîyalog û danû stendinên di navbeynan partîyên sîyasî û saziyan de heye.

Serdanên şandên PWKyê yên li Mêrdînê berdewam dikin.

10.02.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Devedevê salvegera şorişa Jîna yê de, rêjîmê dehan kes li Kurdistanê binçav kirin
Pitir ji 20 saziyên jinên Îranê, li derheq salvegera şorişa Jîna yê de daxuyaniyek belav kirin
Elîzade: Em ji ber zextên Îran, Îraq û Herêma Kurdistanê ji Zirgiwêzê tên derxistin
HDK-Î: Asayîşa Silêmaniyê endamekî me radestî Îranê kir
Şerefxan Cizîrî: Divê parlamenter li Kurdistanê bi Kurdî biaxivin