Hêzeke Erebistana Siûdî gihîşte Hesekê

Li gor zanyarîyên çavkanîyên xwecihî yên li parêzgeha Hesekê, serbazên Erebistana Siûdî gihîştine Binkeya Şedadî û dixwazin li wir bi cih bibin.

Çavkanîyên xwecihî dîyar dikin ku nêzîkî 20 serbazên Erebistana Siûdî ji Binkeya Tacî ya Iraqê ber bi Sûrîyê bi rê ketibûn, da ku li serbazgeha Şedadî bi cih bibin.

Hat ragihandin ku hêza Siûdî hemahengî ligel eşîrên Ereb kirîye û ev ne cara ewil e ku serbazên Erebistana Siûdî bi vê rêyê digihîjin Sûrîyê, berî niha jî bi hemahengîya eşîran, hêzeke din a Siûdî gihîştibû Sûrîyê.

Kanala El Alem a Îranî û Meyadîn ragihandine ku hêza Erebistana Siûdî ligel karwaneke artêşa Amerîkayê berê xwe daye Hesekê.

Li sînorê parêzgeha Hesekê ya rojavayê Kurdistanê, artêşa Amerîkayê weke binkeya xwe ya sereke Serbazgeha Şedadî vekirîye û ev binke dikeve başûrê rojhilatê bajarê Şedadî.

K24

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e