Hêzeke mezin a Amerîkayê li Rimêlanê bicih bû

Li gor zanyarîyên ji çavkanîyekî taybet ve, 80 serbazên Artêşa Amerîkayê li binkeya leşkerî ya Rimêlanê li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê hatine bicihkirin.

Navenda Nûçeyan- Çavkanîyekî taybet li Rojavayê Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawên re ragihand, roja Sêşemê karwaneke leşkerî ya Amerîkayê gihîşt binkeya leşkerî ya Rimêlanê ku dikeve sînorê parêzgeha Hesekê.

Heman çavkanîyê dîyar kir, ew karwana leşkerî ya Amerîkayê ji 80 serbazan, tank, zirêpoş, otomobîlên leşkerî û amûr û pêwîstîyên locestîkî pêkdihat.

Li gor zanyarîyan, ew karwana mezin a leşkerî ya Amerîkayê ji binkeya leşkerî ya  Qesrikê ya li ser rêya M-4 û bakurê bajarê Til Temirê birêketibû û di jêr rêkarên tund ên ewlehîyê gihîşte binkeya Rimêlanê.

Êvara Sêşemê jî karwaneke din a hêzên Amerîkayê di Qamişlo re derbas bûbûn, û ber bi navçeyên rojavayê wî bajarî ve çûbûn.

Nûçegihana Rûdawê, Rengîn Şero derbarê çûna wê karwana hêzên Amerîkî bo Rimêlanê de, ragihand, piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji hin navçeyan, ew mezintrîn karwana leşkerî ya Amerîkayê ye ku vedigere Rojavayê Kurdistanê.

Roja 6ê Cotmeha îsal Koşka Spî biryara vekişandina hêzên wî welatî ji Rojavayê Kurdistanê aşkere kiribû û piştî 3 rojan, di 9ê Cotmehê de Tirkîyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve êrîşa xwe bo ser Rojavayê Kurdistanê destpê kirin.

Biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji alîyê gelek welatên cîhanê û bi taybet hevpeymanên navçeyî û ewropayê yên Amerîkayê ve rastî gelek rexneyan hat. Herwiha li navxweyê Amerîkayê, Pentagon û Kongrêsa Amerîkayê jî nerazîbûneke mezin nîşan dan û daxwaz ji Koşka Spî kirin, ku ji wê biryarê vegere.

Di bin wan fişaran de, rêveberîya Amerîkayê ragihand, ku ew dê navçe û bîrên petrolê yên li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûrîyê biparêzin û rê nadin ew navçe bikevin jêr kontrola ti alîyekî din.

Amerîkayê da xuyakirin, ku bi armanca parastina wan navçeyên petrolê ew dê 500 leşkerên xwe li Rojavayê Kurdistanê û bakur rojhilatê Sûrîyê bihêlin.

Çavkanî: Rûdaw

Siyaset Haberleri

Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!
ÎRAN - Çalakvanê navdar ji bo protestokirina rejîmê xwe ji pirê avêt
Îran bûye rojeva navçeyê, Almanya karvedan nîşan da!
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da