Hêzên Almanyayê dê heta kengî li Îraq û Herêma Kurdistanê bimînin?

.

Parlamentoya Almanyayê dirêjkirina dema erkê hêzên welatê xwe yên li Îraq û Herêma Kurdistanê pesend kir.

Parlamentoya Almanyayê yasaya dirêjkirina dema erkê hêzên welatê xwe yên li Îraq û Herêma Kurdistanê pesend kir.

Li gorî yasayê hêzên Almanyayê dê 15 mehên din li Îraq û Herêma Kurdistanê bimînin.

Parlamantoyê dema mayîna hêzên Almanyayê ji 1ê Çiriya Paşînê heta 31ê Kanûna Paşîna 2026an dirêj kir.

Di dema dengdana yasaya dirêjkirina dema leşkeran de 539 parlamenteran dengê “belê” û 93 parlamenteran jî dengê “na” da.

Almanya ji sala 2014an ve di nava Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê (Koalîsyon) de cih digire.

Di şerê li dijî DAIŞê û şandina çek û cebilxaneyan a ji bo hêzên Pêşmergeyan de roleke girîng a Almanyayê hebû.

Li aliyê din, artêşa Almanyayê di çarçoveya erkê xwe yê NATOyê de, ji sala 2020an ve balafirên radar û çavdêriyê pêşkêşî hêzên Pêşmergeyan û Îraqê dike.

Her wiha Almanya di warê çavdêriya asmanî û komkirina zanyariyan de alîkariyê dide hêzên Îraqê û Pêşmergeyan.

Divê were gotin ku danûstandinên Îraq û Amerîkayê yên li ser “vekişandina leşkerên Amerîkayê” yên ji Îraqê jî bi dawî bûne.

Li gorî rêkeftina her du aliyan dê di nava 2 salan de hêzên Amerîkayê bi temamî ji Îraqê vekişin.

Kurdistan Haberleri

UNAMI: Em bang li welatiyên Kurdistanê dikin ku biçin ser sindoqên dengdanê
ÇEWLÎG - Xwendekaran li dijî tundûtûjiya li ser jinan xwepêşandan kir
Berî 32 salan yekem hilbijartinên demokratîk li Herêma Kurdistanê hatin kirin
Nêçîrvan Barzanî li ser hebûna hêzên Hevpeymanan daxuyanî da
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana PSKyê Kir