Hêzên Amerîkî û HSDê rastî êrişê hatin – Birîndar hene

Di êrîşeke çekdarî de, 3 serbazên Amerîkî û 5 şervanên HSDê li Sûrîyê birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan - Ajansa fermî ya hikûmeta Sûrîyê “SANA” belav kir, karwaneke serbazî ya Amerîkî ligel Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di navbera parêzgehên Heseke û Dêrazorê de rastî êrîşeke çekdar hat û di encamê de 3 çekdarên Amerîkî û 5 şervanên HSDê birîndar bûn.

Li gor wê ajansê, ew her 8 birîndar ji bo binkeya bijîşkî ya Amerîkî li bajarokê Şedadê hatin veguhastin.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes