Hengawê ragihand ku di 18ê Nîsanê de di wexta siba zû de, li bajarê Zahedanê li gundên Çah-Ahmad, Esmaeilabad, Sornayi û Qaleh-Bidê operasyonan kirine. Di operasyonan de 12 kesan girtine ku 2 ji wan zarokin an ku temenên wan biçûke.
Kesên hatine girtin; Hasan Nasiri Motlaqê 15 salî (Qanbarzehi); zarokekî 16 salî û bavê wî Akbar Şahbaxş (45); Aziz Nasiri Mutlaq (43), Nejat Qanbarzehi (35) û birziyê wî, Şirmuhammad Nasiri Mutlaq; Atamuhammad Nasiri Motlaq; Eshaq Qanbarzehi; Wahid Şahbakhsh; Morteza Qanbarzehi û Arif Şahbaxş in.
Di dema operasyonan de, li gundê Sornayi şer çêbûye û kesê Belûc yê bi navê Wali Muhammed Muhammadzehi (kurê Sohrab) bi drona leşkerî hatiye kuştin.
Sedema xistina wan ya binçav û wan birine ku derê, nayê zanîn