Hêzên hikûmeta Şamê û yên dema Esed şer dikin

.

Li Sûriyeyê hêzên ewlehiyê yên hikûmeta nû li sînorê Libnanê bi endamên desthilata Esed a rûxiyayî re şer dikin.

Hêzên Birêvebiriya Operasyonên Leşkerî li sînorê Sûriye û Libnanê bi leşkerên dema desthilata Beşar Esed re şer dikin.

Hat destnîşankirin ku li gundên Kome, Cerbeş û Elzerba, çoltera Himsê, Deriyê Gumrikê yê Matarbayê yê li ser sînorê Sûriye û Libnanê û çoltera navçeya Quseyrê ya li başûrrojavayê Himsê şer û pevçûn qewimîne.

Piştî vê yekê hêzên zêdetir ên girêdayî Birêvebiriya Operasyonên Leşkerî çûne herêma ku dem bi dem şer û pevçûn lê diqewimin.

Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 8ê Kanûna Pêşîn Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir û li Sûriyeyê serweriya desthilata Beşar Esed bi dawî bû.

Hinek endam û alîgirên desthilata Esed carinan bi taybetî li herêmên nêzîkî sînorê Libnanê bi hêzên birêvebiriya niha re şer dikin.

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes