Hêzên Îranê 2 kolberên Kurd birîndar kirin

Li sînorê Hacî Umranê, hêzên Supaya Pasdaran teqe li hejmarek kolberên Kurd kirin û di encamê de 2 kolber birîndar bûn.

Li sînorê Hacî Omeranê, hêzên Supaya Pasdaran teqe li hejmarek kolberên Kurd kirin û di encamê de 2 kolber birîndar bûn.

 

Rêveberê nahiya Hacî Omeran, Ferzeng Ehmed ji Rûdawê re ragihand, li gor agahiyên wan “hejmarek ji hêzên Supaya Pasdaran a Îranê bi armanca encamdana manovreke leşkerî hatin ser sînorê Başûrê Kurdistanê û hejmarek kolberan dibînin û teqeyan li wan dikin.”

 

Ferzeng Ehmed got, “di encama gullberdana hêzên Supaya Pasdaran de, 2 kolberên Kurd birîndar bûn û hejmarek kolberên din jî reviyan gundê Zînweya Şêx.”


 

Navê birîndaran, Mihemed Xidir Hisên temen 38 salî û Mihemed Rehman Selman temen 27 salî ye, ku piştî birîndarbûnê ji bo nexweşxaneya Çomanê hatin vegusestin.

 

Rêveberê Nexweşxaneya Çomanê, Ehmed Xelîl jî ji Rûdawê re ragihand, “herdû birîndar xelkê Pîranşar ne û ji ber giraniya birînên wan, ew bo Nexweşxaneya Rojava ya Hewlêrê hatin şandin.”

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne