Hêzên Îranê 2 şivanên Kurd kuştin

.

Hat ragihandin ku 2 şivanên Kurd ku ji ber şewata hêzên Îranê reviyabûn, ji zinarekî ketin û jiyana xwe ji dest dan.

Li gor zanyariyan, li Deşta Gor Tiswê ya sînorê Herêma Kurdistanê, 2 şivanên Kurd ên ku sewalên xwe diçêrînin, ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin gulebarankirin.

2 şivanên ji şewatê reviyan, ji zinar ketin û jiyana xwe ji dest dan.

Hate hînbûn, her du kesên jiyana xwe ji dest dane birayên hev in û navê wan Serbaz Hemed Brayîm û Cameran Hemed Brayîm e û li gundê Bêplan ê girêdayî navçeya Sengeser dijiyan.

Rêveberê Qezaya Sengeser Nehro Ebdullah ragihandiye, her du bira dema ji ber agirê hêzên Îranê direviyan, ji zinar ketin û jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin, welatiyên li herêmê ji bo cenazeyan bigirin çûn cihê bûyerê.

Kurdistan Haberleri

Heyeta DEM Partiyê çû Rojava da tevlî konferansa netewî bibe
Nadine Maenza: Şam ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire
Brîtanyayê cezayên li ser wezaretên Parastinê û Karên Navxwe yên Sûriyeyê rakirin
Fesla Yûsif: Em dê mizgîniyê bidin gelê xwe
QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn