Hêzên Îranê li sînor kasibkarekî Kurd kuştin

Li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, kasibkarekî Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hate kuştin.

Li gor zanyariyên ji çavkaniyên xwecihî ve, hêzên Îranê li sînorê navçeya Şino ya ser bi parêzgeha Urmiyê ve bi hinceta ku barên qaçax vediguhêzin, teqe li kasibkarên Kurd kirine.

 

Di encama teqekirina hêzên Îranê de, kasibkarê bi navê Seîd Hesenpûr ê temen 44 salî canê xwe ji dest daye.

 

Hatiye zanîn, ew kasibkarê Kurd xelkê gundê Kanî Reş a bajarê Şinoyê bûye.


 

Xelkê piraniya deverên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê, ji ber bêkarî û hejariyê bi neçarî li ser sînorên bi Bakur û Başûrê Kurdistanê re karê kolberiyê û veguhastina bar û kelûpelan dikin, lê hêzên Îranê gelek caran teqe li wan dikin û her sal bi dehan kes ji wan kolber û kasibkarên Kurd bi teqeya hêzên Îranê tên kuştin û birîndarkirin.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e