Hêzên parastina sînor ên Îranê du kolberên Kurd birîndar kirin

Hêzên parastina sînor ên Îranê, li bajarên Pîranşar û Bane yên Rojhilatê Kurdistanê, du kolber gulebaran kirin.

Li gor Malpera Mafê Mirovan Hengaw diyar kir, do hêzên parastina sînor yên Îranê, li devera Hengejal ya bajarê Bane, komek kolber dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrîşê de kolberek bi navê Basit Mihemedî, xelkê gundê Nenor yê Bane ji piyê xwe birîndar bû. Ew kolberê birîndar birin nexweşxaneya Bane.

Li bajarê Pîranşarê û li bilindahiyên Qendîl jî komek kolberên Kurd ji aliyê hêzên parastina sînor yên Îranê ve hatin gulebarankirin. Di wê êrşê de jî kolberek bi navê Hemîd Ehmedî birîndar bû.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne