Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê dest bi operasyonê kirin

Hêzên Pêşmerge û asayişa Kurdistanê li devera Germiyan dest bi operasyonekê li dijî DAIŞê kirin.

Hêzên Pêşmerge û asayişa Kurdistanê li devera Germiyan dest bi operasyonekê li dijî DAIŞê kirin.

Îro danê hêzên Pêşmerge û asayişa Kurdistanê li nahiya Kuleco ya bajarê Kifrî dest bi operasyonekê li dijî DAIŞê kirin.

Fermandeyekî Pêşmerge li ser wê operasyonê gotiye, piştî êrişa çend roj berê ya DAIŞê li Kuleco, wan biryar dan vê operasyonê pêk bînin, ji bo ku êrişên wisa dubare nebin.

Wî fermandeyê Pêşmerge daye zanîn, tenê hêzên Pêşmerge beşdarî wê operasyonê bûne, ti hêzeke Iraqî tevlî wê nebûye.

Destpêka vê mehê, terorîstên DAIŞê li nahiya Kuleco ya Kifrî êrişî hêzên Pêşmerge û asayişê kiribûn, di encamê de 2 pêşmerge û du karmendên asayişê û welatiyekî sivîl jî canê xwe ji dest dabûn û 7 kes jî birîndar bibûn.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e