Tê ragihandin ku îro ji beriya nîvro ve balafirên şer yên rejîma Sûryeyê, li bajarê Hesekê hin taxên Kurdan bombe dikin.
Nayê zanîn bê di vê bombebaranê de kuştî û birîndar hene an na.
Hejayî gotinê ye ku ev du rojên li bajarê Hesekê di navbera hêzên bi rejîma Sûriyeyê ve girêdayî û hêzên YPGê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de cîh cîh şer û pêvçûn rû didin.