Hêzên tirk ji vê şeveqê ve derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. Li gorî agahiyan tankên Tirkiyeyê sînor derbas kirin û dest bi topbaranê kirin.
Herçi tirk îdîa dikin ku ew çeperên DAÎŞê bombe dikin jî, li gorî agahiyên ji herêmê tên, hêzên tirk çeperên YPGê û Hêzên Suriyeya Demokratîk jî bombe dikin.
Çavderên siyasî di wê baweriyê de ne ku Tirk ji bo pêşî li ber hêzên kur dbigre û kantona Efrînê û ya Kobaniyê negihêjin hev, dest bi vê operasyonê kiriye.