Hat diyarkirin ku ew hêzên bi piştevaniya artêşa tirk amadekariya operasyonê dikin, li bendê ne ku bi kordînasyona Amerîka-Tirkiye leşkerên Amerîkî ji Minbicê vekişin daku operasyonê bidin destpêkirin.
Medya Tirk îdia dike ku piştî hevdîtina Trump-Erdogan veguhestina hêzên artêşa Tirk bo herêmê zêde bûye û glopa kesk bo operasyona ser Hêzên Suriya Demokratîk (HSD) li Minbic û Rojhilatê Firatê hatiye vêxistin.
Li aliyekî din, çapemeniya Tirkiyê ragihandine ku çend roj berê di navbera PKKê û rejîma Sûriyê de li Qamişlo civînek çêbûye û di civînê de PKK ji rejîma Esed alîkarî xwestiye. Ev daxwaz piştî ku Amerîka biryara vekişîna ji Sûriyê daye û Tirkiye jî gef û gura li PKK ê dixwe, PKK soz daye ku wê Munbicê teslîmê hêzên rejîmê bike.
Niha konvoya leşkerî ya rejîmê bo hinek gundên Munbicê, alavên leşkerî û cepxane sewq dike. Li gor peymana navbera her dû aliyan wê PKK Munbicê bide rejîmê û rejîm jî wê piştgiriya PKK ê bike. Piştî hevdîtinê şeva borî hêzên rejîmê bo hêzên xwe yên li Humusê, Şam û der û dora Idlibê re got ku bo destekê amadebin da herin Munbicê.
Herwiha hate gotin ku piştî Artêşa Azad a Sûriyê (ÖSO) hêzên xwe li Minbicê zêde kir Hêz^n Sûriya Demoratîk jî li herêmê hêzên xwe zêde kiriye. Herwiha bo alîkariya HSDê bikin, leşkerên Fransî jî li Minbicê ne û ji aliyê xelkê Minbicê ve bi kêfxweşî hatine pêşwazîkirin.