Hêzên Tirkîyê li devera Kotolê kolberek kuştin

Hêzên Tirkîyê li devera sînorî ya Kotolê ya Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd kuştin û yek jî birîndar kirin.

Navenda Nûçeyan - Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandîye, duhî li gundê Belecûk li devera Kotolê ya bajarê Xoy yê Rojhilatê Kurdistanê, komek kolberên kurd ku li nêzîkî sînor bûn, rastî êrişa hêzên Tirkîyê hatin.

Li gorî agahîyan, di encama wê êrişê de kolberek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Navê kolberê ku hatîye kuştin, Behram Yûsifî û navê yê ku birîndar bûye jî, Şemsedîn Umerpûr bûye. Behram bavê 4 zarokan bû.

Basnews

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e