Hêzên Tirkiyê sê herêmên Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin

.

Hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve hejmarek gund li sînorê herêma Şehba, bajarokê Şêrawa ya Efrînê û bajarokê Til Temir topbaran kirin. Di topbarana gundeke sînorê Şêrawa ya Efrînê de jinek birîndar bûye.

Li gor çavkaniyên xwecehî, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirê wê, sibeha îro 8ê Hezêranê gundê Um Hoş li herêma Şehbayê ku di kontrola topbaran kirine.

Li gor heman çavkaniyan, topbarana gund heta demjimêr 8:00ê serê sibehê berdewam bûye.

Doh 7ê Hezîranê jî hêzên Tirkiyê û grûpên girêdayî wê gundên Um El-Qura, El-Waşiye û Semoqa yên Şehbayê bi dijwarî topbaran kiribûn.

Til Temir û Şêrawa ya Efrînê hatin topbarankirin

Artêşa Tirkiyê gundê Tewîle li Til Temirê û Bêne li nahiya Şêrawa li Efrînê topbaran kirin.

Çavkaniyên xwecihî belav kirine ku nîveşeva derbasbûyî, Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar gundê Tewîle li gundewarê rojavayê bajarokê Til Temir ku li ser rêya navdewletî ya M4 e, topbaran kirine.

Heta niha ti zanyarî derbarê ziyanên topbaranê de nehatine belavkirin.

Ji aliyekî din ve duh berî êvarî Artêşa Tirkiyê gundê Bêne li nahyeya Şêrawa ya ser bi herêma Efrînê ve topbaran kir û di encamê de jinek birîndar bû, ku bo nexweşxaneya Til Rifetê hatiye veguhestin.

Herwiha di encama topbaranê de ziyan gihiştine du malan.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Em ji tûndûtujiya li hember jinê re dibêjin na!
Komisyonê encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pesend kir
Geir Pedersen: Pir Girîng e Sûrîyê Nekeve Nav Şer
Nêçîrvan Barzanî: Ji bo bidestxistina edalet û wekheviyê em soz didin jinên Kurdistanê
Partiya Newrozê hat damezrandin