Hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyonê daran li Efrînê dibirrin

Hêzên Tirkiyê bi hêceta vekirina rêyan û avakirin navendên serbazî daran dibirrin


Hêzên Tirkiyê bi hêceta vekirina rêyan û avakirin navendên serbazî daran dibirrin
Bi behaneya vekirina rêyan û avakirina navendên leşkerî, hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê, daran li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dibirrin û dişewtînin.
 
Ji despêka kontrolkirina Efrînê ji aliyê çekdarên opozisyona Sûriyê û Turkiyê ve, heta niha zêdetirî 45 Hezar dar li Efrînê hatine birrîn û şewitandin. Ji ber ku debara xelkê Efrînê li ser çandiniyê ye, ziyaneka mezin gihiştiye wan, û berhemên ku mane jî, carne bi nîv heqê wan têne firotin.
 
Darên ku bi ked û cefaya cotyarên Efrînê hatine çandin û bi dehên salan bi xwêdana wan û zarokên wan hatine avdan, di çirkeyekê de bi devê kur ê bagirê ji xakê tên hilkirin.
 
Çavkaniyeke taybet ji Efrînê ji Rûdawê re amarên şewitandin û birrîna darûberên herêma Efrînê li ser destê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar diyar kirin.
 
Ji dema ku hêzên hikûmeta Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê êrîşî herêma Efrînê kirine û bi temamî dest danîne ser wê herêma Rojavayê Kurdi.
 
Li gor amarên gihîştine Rûdawê:  Ji adara 2018an ve bêhtirî 45000 darên zeytûnan hatine şewitandin an birrîn, ji wan derdora 15000 dar hatine şewitandin. Herwiha derdora 30000 dar hatine hilkirin û birrîn.
 
Buhayê her dareke deverên deştî 400 dolar e, û buhayê her dareke çiyayî derdora 200 dolar e.
 
Her dareke deştî nêzî 2 teneke zeyt berhem dide û her dareke çiyayî nêzî 1 teneke zeyt berhem dide.
 
Buhayê tenekeya zeytê di serdema Rêveberiya Xweser de ji 25-28 hezar lîreyên Sûrî bûye û buhayê tenekeya zeytê di serdema desthilata Tirkiyê û opozisyonê de ji 12-17 hezar lîreyên Sûrî bûye.
 
Li gor çavkaniya taybet bi Rûdawê, hêzên Tirkiyê bi hêceta vekirina rêyan û avakirin navendên serbazî daran dibirrin. Grûpên çekdar jî daran dibirrin da ku wekî êzing bifiroşin û wan dişewitînin da ku kûmirê jê çêkin. Ji bolî darên zeytûnan jî bi hezaran darên mêwe û darûberên daristanan hatine birrîn û şewitandin.

Kurdîstan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Parîsê Seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Kir
Heyeta PWKyê  Li Parlamentoya Hollandayê Li Gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) Hevdîtinek Pêk Anî
ZAXO - Keçeke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin
Hosteya dawî ya qir û qafikan: 45 sal in vî karî dike
Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê biryara komkirinê hate dayîn