Hêzên Tirkiyeyê zarokek li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê kuşt

.

Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, dema zarokekî 14 salî hewl dide derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê hat kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku îro zarokekî 14 salî ku malbata wî ji bajarê Serê Kaniyê koçî Tirkiyeyê kiriye xwest bi qaçaxî derbasî Bakurê Kurdistanê.

Li gorî zanyariyên SOHRê, leşkerên Tirkiyeyê di navbera gundên Kîkan û Şaran ên  bajarê Kobaniyê, li ser sînorê Rojav û Bakurê Kurdistanê guleyan li wî zarokî direşînin.

Ew zarok bi guleyan canê xwe ji dest dide.

Rayedarên Tirkiyê heta niha jî derbarê bûyerê ti daxuyanî nedaye.

Li gorî amarên SOHRê, ji destpêka îsal heta niha Tirkiyeyê li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê 13 kes kuştine.

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye