Hikûmet dê 7 hezar ton tov genim bide cotkaran

.

Berpirsekî Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ragihand, hikûmeta Herêma Kurdistanê dê tovên werzê çandina genim a îsal bide cotkaran.

Rêveberê tov li Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê Rejîn Sadiqî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Niha paqijkirin û dermankirina 7 hezar ton genim tê kirin û piştî temamkirina wê hikûmet li ser cotkarên navçeyên cuda cuda tê dabeşkirin.

Herwiha Rejîn Sadiqî dibêje: "Gênim ji dereceya yekem e, ku dê berhemanîna cotkarên genim baştir bike, lewma dê firotina berhemê bileztir û bihatir be."

Kurdistan Haberleri

Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn
Rejîma Îranê hunermendekî Kurd girt û 2 kolberên Kurd jî birîndar kir
Efrîn | 6 çekdarên Tirkiyê piştevaniya wan dike hatin kuştin û birîndarkirin