Navenda Nûçeyan- Biryare îro 23.01.2020ê demjimêr 11:00ê Parlamentoya Kurdistanê civîna xwe ya asayî lidarbixe.
Wek di karnameya kar a civînê de hatîye ragehandin, parlamento vê civînê de dê du mijaran gotûbêj bike ku waha ne:
-Amadebûna şandeya danûstankar a hikûmeta herêma Kurdistanê, bi armanca aşkera kirina encamên civînên wan ên li gel hikûmeta federal a Iraqê (Derbarê budceya sala 2020ê û dosyaya neftê.)
- Duyem: Birêz Dr. Gelawêj Ubêd Osman nêrîna xwe ya derbarê ‘’Damezrandina navendekî şêwirmendîya niştimanîyê, ji ber zêdebûna rêjeya zarokên temam çênabin û nexweşîyên genetîk’’ aşkera bike.
Basnews