Hikûmeta Fransayê bi zimanê kurdî rênmayî bo kurdên li Fransa belav kir

Wezareta Tenduristîya hikûmeta Fransa bi zimanê kurdî rênmayî bo hemwelatîyên kurd ên rûniştvanê welatê xwe belav kir.

Navenda Nûçeyan - Rênmayî taybetin bo xwe parastina ji berkeftina bi şewba vîrusa korona û tê de şîret li hemwelatîyan tê kirin ku li malên xwe bimînin û di dema pêwîst de peyvendîyê bi tîmên bijîşkî re bikin.

Wêneyên rênmayîyên Fransayê bi zimanê kurdî û bi lehce û zarawayê Kurmancî û Soranî ne.

Heta naha 44 hezar û 550 kes li Fransayê ber vîrusa korona ketine û ji wê hejmarê 7 hezar û 927 kes başbûne û 3 hezar 24 kes jî ji ber wê vîrusê jîyana xwe ji dest dane.

Wêneyên agahdarîyên hikûmeta Fransa di Galerîya Fotoyan de bibîne

Basnews

 

Siyaset Haberleri

NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e
Hasan Oktay: DEM Partî dê di nav hikûmetê de cih bigire
Li bajarê Urmiyê, hêzên Îranê Kurdê bi navê Muhammed Husseyinzadeh kuşt