Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ofîsa Dihokê ya kanala NRTê ku nûçeyên pêşîn ên çalakiyên li dijî baregeha artêşa Tirk bi awayekî zindî belav kir, girt.
NRT TV bi daxuyaniyekê belav kir ku hêzên aşayîşê bi ser kanala wan de girtiye û kargeh asê kiriye.
Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin, xebatkarên kargehê jî hatin desteserkirin û piştî demekê, bi kefaret hatine berdan.