Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja sêşemê kir pişû

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil bi daxuyanîyekê ragihand roja sêşemê 11.02.2020an pişûya fermî ye.

Navenda Nûçeyan - Herwiha di daxuyanîyêda Dr. Cotyar Adil aşkere kirîye ji ber sir û seqemê li hemû dezgehên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pişûya fermî ye.  

Ji roja înê 07.2. 2020an pêleka berfbarînê Herêma Kurdistanê girtîye. Duhê roja yekşemê pileya germê li hermû bajarên Herêma Kurdistanê bi awayekî berbiçav daketibû.Herwiha ji ber daketina pileya germê jî li gelek caddeyan cemed pêk hat û gelek cadde ji hatûçûnê ra hatin girtin.

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!