Hikûmeta Îranê ji bo kolberan li mekanîzmekê digere

Hikûmeta Îranê di civîna xwe ya dawî de derbarê Kolberan de biryar da ku Wezareta Aborî ya wî welatî, mekanîzmekê ji bo karkirina kolberan di derîyên sînorî de bibîne.

Navenda Nûçeyan- Civata Wezîran a Îranê di civîna xwe ya duh Duşemê de mijara rewşa kolberan li navçeyên sînorî û bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê gotûbêj kir.

Wezîrên Navxwe û Civakî yên Îranê di vê civînê de raporek derbarê rewşa jîyana xelkê navçeyên sînorî û kolberan de pêşkêş kirin.

Di civînê de, Wezîrê Aborî yê Îranê hate erkdarkirin, ku ji bo civîna dahatî raporekê derbarê çawanîya asankarîyên ji bo kolberan pêşkêş bike, ji bo ku biryara dawîyê li ser bê dayîn.

Berdevkê Hikûmeta Îranê, Elî Rebîhî jî ragihand, ew dê rêkarên guncaw cîbicî bikin, daku rê li ber bikaranîna kolberan ji alîyê qaçaxçîyên mezin ên li Tehranê bê girtin.

Li alîyekî din Parlamentoya Îranê jî dixwaze bi yasayê karê kolberîyê rêkûpêk bike.

Parlamenterê Kurd û Nûnerê Serdeşt û Pîranşarê li Parlamentoya Îranê, Resûl Xizrî di axavtinekê de li parlamentoyê behsa rewşa jîyana kolberên Kurd li ser sînor kir û ragihand: “Kolber neçar in wan barên giran ji navçeyên zehmet û çîyayî hilgirin, çimku ti kargeh û cihek nîne ku têde kar bikin û debara jîyana xwe dabîn bikin.”

Rexûl Xizrî herwiha daxwaza rawestandina teqekirina hêzên ewlehîyê li kolberan kir û got: “Kolber tenê %1ê kelûpelên neyasayî hawirde dikin û ew jî rêjeyeke pir kêm e, lewma divê yasayek hebe bo rêgirtin ji teqekirina li kolberan. Me projeyasayek amade kirîye û dê bikeve nav acendaya karê parlamentoyê.”

Ev helwesta hikûmeta Îranê piştî wê yekê hat ku çend roj berî niha du birayên Kurd ên kolber li bilindahîyên Tete ya Hewramanê li Rojhilatê Kurdistanê di nav berf û sermayê de rê winda kiribûn û canê xwe ji dest dabûn.

Ferhad Xusrewî (14 salî) û Azad Xusrewî (17 salî) ji ber sermayê qerisîbûn. Termê Ferhadê 14 salî 3 rojan piştî windabûnê hatibû dîtin.

Mirina wan hedu birayên kolber di medyaya Kurdî û Îranê de gelek deng veda û Serok Barzanî derbarê bûyerê de peyameke hevxemîyê belav kir.

Herwiha Cîgirê Serokomarê Îranê û Wezîrê Navxwe yê Îranê jî têkildarî bûyerê peyam belav kiribûn.

Rûdaw

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!