Hikûmeta Iraqê nefta Îranê difiroşe

Hikûmeta Iraqê ji ser hesabê serwet û sermîyan a milletê xwe nefta Komara Îslamî ya Îranê difiroşe.


Hikûmeta Iraqê ji ser hesabê serwet û sermîyan a milletê xwe nefta Komara Îslamî ya Îranê difiroşe.

Serokê Hizba Mistaqbela Destûrî ya Iraqê Întîfaz Qenber, ji ser hesabê xwe yê twitterê belav kiriye ku kompanyaya (Ini) ya Îtalyaê keştîyek neft a Iraqî kirîye û veguhestiye Sicilyayê.

Herwiha Întîfaz Qenber piştî lêkolînan li ser neftê derketiye holê ku ew neft ne ya Iraqê ya Îranê ye û hikûmeta Iraqê li ser navê xwe nefta Îranê difiroşe.

Ew siyasetmedarê Iraqî bang li xelkê Iraqê dike û amaje bi wê yekê dike ku 35 milyon hemwelatiyên Iraqê dibin qurbana berjewendiyên Îranê û hikûmeta Iraqê bo berjewendiyên Îranê kar dike.

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes