Navenda Nûçeyan- Wezareta Veguhestin û Gihandin ya Kurdistanê bi fermanekê cigarekêşan di nav taksî û weslîleyên veguhestina giştî de qedexe kir.
Wê wezareta hikûmeta Kurdistanê her wiha ragihand, dema rêwî li nav taksî û wesîleyên veguhestina giştî de hebin divê radyo û teyp girtî bin lê eger rêwî daxwaz bikin şofêr dikare vêxîne.