Hikûmeta Kurdistanê li ser pêla koçberiya ji Rojava biryarek da

.

Ew penaberên Rojavayê Kurdistanê ku bi qaçaxî derbasî Başûrê Kurdistanê bûne, ji bo kampan hatin veguhestin û li gor biryara Hikûmetê rê êdî bi penaberan nayê dayîn û nayên wergirtin.

Di heyama 10 rojan de 1543 penaberên Rojavayê Kurdistanê bi rêyên qaçax derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. Wan kesan ji 100 ta 1000 dolar dane qaçaxçiyan.

Dawî karwanê penaberan

Rê bi dawî karwanê penaberên Rojavayê Kurdistanê hat dayîn derbasî kampan bibe ku ji 183 kesan pêk dihat û ji bajarên cuda yên Rojava ne û bi rêyên qaçax xwe gihandine ser sînor. Lê êdî rê bi ti kesek din nayê dayîn.

Dayika Aram, penaber, dibêje, “Zarokên min çar in, em ji bo dabînkirina jiyana xwe hatin vir. Em ji bo alîkariya wan hatin.”

Armanc Hadî, penaber, dibêje, “Em bi qaçaxî hatin û 5 saetan di rê de man heta em gihiştin cem Pêşmerge û em gihandin vir.”

Ji ber sedemên cuda

Hinek ji wan kesan ji ber bêkarî û hejariyê û hinekan jî ji ber nexweşî û nebûna derfeta çareseriyê, berê xwe dane rêya penaberiyê.

Fatma Îbo, penaber, dibêje, “Em ji ber nexweşiya zarokên xwe hatin, zarokên me nexweş in. Me çi tehlîl kir, ti kesî jê fêm nekir û her yekê tiştek digot, em jî neçar man bên vir.”

Di heyama 10 rojan de 1543 kes ji Rojavayê Kurdistanê bi rêyên qaçax derbasî Başûrê Kurdistanê bûn û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî biryar da, êdî penaberan wernegire.

Biryara Hikûmetê

Pîr Deyan, Nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, dibêje, “Biryar ji aliyê Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye û cihên din ên emnî, em agahdar kirin ku rê nayên vekirin. Lewma me tîma xwe ji wir (xeta sînor) vekêşa, lê eger her bûyerek lezgîn rû bide, tîmên me amade ne bigihijin wê deverê.”

Ji sala 2004an ve ev 5emîn car e pêlên koçberên ji Rojavayê Kurdistan û Sûriyê berê xwe didin Başûrê Kurdistanê ku 5 kampên penaberan li parêzgeha Duhokê hene.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir