Hikûmeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser li ser petrolê li hev kir

.

Berpirsê Pêwendiyên Wezareta Petrolê ya Sûriyeyê Ehmed Silêman ragihand ku hikûmeta wî welatî rojane 15 hezar bermîl petrol ji Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dikire.

Berpirsê Pêwendiyên Wezareta Petrolê ya Sûriyeyê Ehmed Silêman derbarê petrola li deverên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê axivî.

Ehmed Silêman da zanîn ku hikûmeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser li ser petrolê li hev kir û got:

“Hikûmeta Sûriyeyê rojane 15 hezar bermîl petrol ji Rêveberiya Xweser dikire.”

Bi gotina Ehmed Silêman 15 hezar bermîlên petrolê yên li deverên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi rêya tankeran digihêjin parzûngehên li Himis û Banyasê.

Bîrên petrolê li Rojavayê Kurdistanê

Bîrên petrolê yek ji çavkaniyên herî sereke yên dahata Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ne.

Piraniya bîrên petrol û xazê yên Sûriyeyê, li navçeyên Rojavayê Kurdistanê, Dêre Zor û Reqayê ne, ku li jêr kontrola HSD û Rêveberiya Xweser in.

Rojavayê Kurdistanê bi petrolê û xaza siruştî dewlemend e.

- Ji tevaya xaka Sûriyeyê, nêzîkî ji sedî di bin kontrola HSD û Rêveberiya Xweser de ye.

- Li gorî zanyariyan, nêzîkî ji sedî 90î ji dahata petrolê û ji sedî 45ê ji dahata xaza siruştî ya Sûriyeyê, di destê Rêvebiriya Xweser de ye.

- Bêhtirî zeviyên petrolê di bin destê Rêveberiya Xweser û HSDyê de hene.

Berhema rojane ya petrolê li navçeyên Rêveberiya Xweser digihêje bêhtirî 400 hezar bermîlan.

RUDAW

Kurdistan Haberleri

Semînerek li ser ola êzdî tê li dar xistin
Ji Firat Epozdemîr re 15 sal cezayê girtîgehê hat xwestin
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê li ser Sûriye û Tirkiyeyê daxuyanî da
Serok Barzanî û Aras Hebîb danûstandinan li ser rewşa siyasî ya Îraqê dikin
Serok Barzanî: Berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê PDK û YNKyê