Hilbijartin û Grîngiya Baloka Kurdî

Mahmûd Kilinc

Tirkiyê kete nava bangeşiya hilbijartinê û her çiqasî ne fermî be jî partiyan dest bi helmeta hilbijartinê kirin.

Taybetî gengeşiyên li ser berbijarên serokkomariyê fireh dibin, wekî têt zanîn Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) bi navê Tifaqa Cumhûr tifaqek damezrandin û rikber jî, li “berbijarekî hevpar” digerin, ango “bêlay” ku pirraniya partiyên rikber pêştevaniyê jê re bikin.

 

Weha têt zanîn, siyaset û kevneşopiyên partiyên rikber rê li ber destnîşankirina berbijarekî hevpar digire ku pêdiviya piraniya partî û derodrorên liberal, demokrat û yên ku li desthilata AKPê nerehetin pê heye.

Bo mînak Partîiya Iyî, grupek ji MHPê qetiya û di bin serokatiya Meral Akşener hat damezrandin, her çiqasî di navbera wê û MHPê da berberiyek hebe jî, herdu jî nijadperest in ji aliye siyasî va ti cûdahî di navbera wana da tune ye.

CHPê jî di êrişa li ser Efrînê da gotinên desthilatê dubare kirin, herweha heta îro ti bernameyên wê bona çareserkirina pirsa Bakurê Kurdistanê nebûye, berovajî li ber çareserkirinê taybetî di dema serokê giştî yê berê daebûye asteng.

Rayagiştiya kurd seroka giştî yê vê partiyê, ango Meral Akşenerê ji dema wezîrtiya karê hundir ya wê bi nêzik va, nas dike: Dema serokwezîrtiya Tansu Çillerê ew jî wezîrê kare hundir bû û di dema wezîrtiya wê de, li Bakurê Kurdistanê bi hezaran kes; siyasetvan, rewşenbîr, kardar û kesên sivîl hatin kuştin, navê van kuştinan jî kirin “cînayetên faîlî meçhul”.

   

Bêguman, îro li Tirkiyê negengaz e ku hemû partiyên rikber li ser berbijarekî hevpar yekdeng bin, ji ber ku him civat û him jî siyaseta vî welatî di nava qetbûnek kûr da ye, derz ewqas kûr e ku dijberî gihîştiye asta dijmintiyê.

Sedema vê qetbûn û dijberiyê çaresernekirina pirsgirêkên Tirkiyê ne, her partî ji hev cûda difikirin, hinek pirsgirêkan jî li xwe mukir nayên, bo mînak pirsgirêka Bakurê Kurdistanê.

 

Heçkû, hevkarî li ser çespandin û çareserkirina pirsgirêkan dibe, ger li welatekî li dijî xeteriyên dîktatoriyê siyaset li ser daxwazên herî kêm nekeve nava hevkariyê, partî ji bandora bîrdoziya xwe rizgar nebin û li paşerojê welat nefikirin, nikanin hevkariyê bikin û di encama kurtbînek weha da rê li ber rejîmekî totalîter û dîktatorî xweş dibe.

Lê belê, ger li ser pirsgirêk û çarserkirinê hevkarî hebe û xwe ji kurtbînê rizgar bikin, him pirsgirêk çareser dibin û him jî rê li ber hewesên totalîter têt girtin.

 

Hilbijartina 24ê Pûşberê him bona bi giştî Tirkiyê û him jî bona siyaseta Bakurê Kurdistanê girîng e, wekî bi salan gelek caran min ameje pê dikir, taybetmendiya sîstemê ev e, ku giraniya her beşên civakî, kêmjimaran (etnisîteyan) û taybetî gele Bakurê Kurdistanê ku li dora sêzde miyon dengdêr hene, li ser encamê hilbijartinê diyarker in.

Jixwe, ji gengeşiyên li ser hilbijartinê jî eşkere dixûye ye ku rengê denge dengdêrên kurd, taybetî kesên ku di hilbijartinên berê da dengê xwe dabûn AKPê gelekî girîng e.

 

Ango, bêguman berbijar girîng e, lê pirsgirêk û çareserkirina wana hê girîngtir e, partiyên rikber dikanin di tûra duyemîn de li ser xeteke weha piştevaniya berbijarekî hevpar bikin.

Ger partiyên rikber ji desthilata AKPê taybetî ji desthilata R. Tayyip Erdogan nerehet in û xetera tifaqa AKPê û MHPê dizanin divê hinek fireh bifikirin, xwe ji kurtbînê rizgar bikin.

Bi ya min, berî ku partiyên rikber li berbijarekî hevpar bigerin, bi mebesta piştevaniya di tûra duyem de, divê ji îro ve li ser daxwaz û rêgezên hevpar peymanekê îmze bikin û li rayagiştî eşkere bikin.

Ger, berbijarê partiyên rikber bêt hilbijartin, bi mebeta ku xwe nede paş ji îro ve peymanek hevpar divê bêt îmza kirin.

Divê pirsgirêkên bingehîn di vê peymanê de cî bigrin.

Çi ne ev pirsgirêk?

Berî her tiştî divê demokrasiyeke tam û dewleteke dadperwer bibe daxwazeke hevpar, ango bidawîanîna hemû sepandin û tedbîrên nedemokratîk, bêguman berî her tiştî rakirina Rewş û Rêveberina Neasayî (bi tirkî OHAL têt gotin), azadiya hersê erkan ango rêveber, daraz û yasadanînê, darazek azad, dêrandin (safîkirina ji xal û zagonên ne demokratik) û betalkirina zagonên nedemokratîk, bipaşve vekişîna ji Efrînê, îmzakirina Peymana Rêveberên Herêmî ya Konseya Ewrûpayê, rakirina hemû qedexeyan li ser zimanê kurdî û herwiha gavavêtina bikaranîna di qada fermî de, serbestberdana parlementer û serokên şaredariyan û herwiha bidawîanîna qeyyûman.

 

Divê partiyên Bakurê Kurdistanê, bêguman HDPê jî di nav de blokeke damezrînin û di tûra yekem da berbijarê blokê hebe, di tûra duyem de jî mercê wê hebin, evan jî xalên li jorî ne.